
Dîlber
Digermahiye şevê de
Pê xwas ji wargihên evîna te bar dikim Dîlber
de termê evîna xwe birêbikim
lê her gava dest birêwresmên veşartina te dikim
tewafe dumahîka evîna te jibîrdikim
dîse di hembêza bîranînên te de tême afirandin
de were Dîlber
min fêrî zimanê jibîrkirinê bike
hê ez bûyeran dukvêşim
li bin siya sitêrên evîna te
her şev soz didim te jibîrbikim
lê ez şiyar dibim li ser dengê te
di wê xuleyê de ez kal dibim
bi Zehaymer dikevim ji bilî evîna te
lê ne bidestê mine
tu dibe mîna tayê Niyat
dilê min bi teve y
:de ka were ji min re bêje
ezê te çawa
ji bîrbikim hîn
, ez dizanim ev çend roj
şev û çend demjimêr derbas bûne
li ser dûrbûna te
de were Dîlber
de ez Qiyameta helbestan ji tere ava bikim
xelkê bênim temaşeyî te
mane min hişt jiyan tev mereq bike
da naskin min tu dikîjan helbestê de û di navbera kîjan peyv û peyvê de û dikîjan tîpê de veşartiye
4/9/2021
Jiyan murad